Ji fîlmê “Napoleon” fragmana yekem hate parvekirin

Fîlmê “Napoleon” qala jiyana fermandar û siyasetvanê fransiz Napoleon Bonapartî dike ku ji alîyê derhênerê navdar Ridley Scott ve hate kêşandin. Ji fîlmê nû fragmana yekem weşandin û tê de Joaquin Phoenix bi rola Napoleon Bonapart û Vanessa Kirby bi rola şahbanû Joséphine ve cî girtine. 

Senaryoya fîlmê “Napoleon” David Scarpa nivîsîye û lîstikvanên wekî Ben Miles, Matthew Needham, Tahar Rahim, Youssef Kerkour û Phil Cornwel jî di fîlmê de lîstine. Projeye “Napoleon” di heman demê de duyemîn fîlm e ku lîstikvanê navdar ê sînemayê Joaquin Phoenix  û derhêner Ridley Scott bi hev re li ser xebitîne. 

Fîlm, bi çêkerîya Mark Huffam, Kevin J. Walshî û bi çêkerîya hevpar ên Winston Azzopardi, Raymond Kirk û Janine Modderî hatiye kêşandin û Aidan Elliott jî tê de weke çêkerê birêveber cî girtiye. Hate ragihandin ku fîlmê “Napoleon”  dê dîroka di 24ê Mijdarê de bikeve vîzyonê.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir