Ji fîlmê Noah Baumbachî yê “White Noise” fragman û sewyaneke nû hatin weşandin

Fîlmê derhênerê navdar Noah Baumbachî yê “White Noise” ji romana wêjekar Don DeLilloyî ji bo perdeya spî hate kêşandin û promîyera xwe ya cîhanê di beşa pêşbazîya 79emîn Festîvala Fîlman a Navnenetweyî ya Venedîkê de kir.

Ji “White Noise” fragman û sewyaneke nû hatin weşandin ku ji fîlmê fragmana yekem di meha Gelawêjê de hatibû. Afîşa nû ya fîlmê ji aliyê Marija Tiurina ve hate sêwirandin.

Adam Driver, Greta Gerwig weke serlîstikvan di fîlmê “White Noise” de lîstine û têde lîstikvanên wekî Don Cheadle Raffey Cassidy, Sam Nivola, May Nivola, Lars Eidinger, Andre Benjamin û Jodie Turner-Smith jî cih girtine. Senaryoya fîlmê DeLillo û Baumback bi hev re nivîsîne. Fîlm, çîroka profesorekî bi navê Jack Gladneyî tîne li ber perdeya sînemayê ku jiyana wî û jiyanên malbata wî piştî demekê dikeve xeterê.

Lol Crawley derhênerîya dîmen ê “White Noise”ê kiriye û fîlm bi çêkerîya Noah Baumbach, David Heyman, Uri Singer ve hatiye kişandin. Muzîka fîlmê jî ji aliyê Danny Elfman ve hate çêkirin ku wî di fîlmên wekî “The Nightmare Before Christmas”, “Spider-Man” û “Doctor Strange in the Multiverse” de jî xebitîye.

Hate ragihandin ku fîlmê nû dê di 25ê Mijdarê de li hin salonên sînemayên cîhanê bikeve vîzyonê û dê di 30ê Berfanbarê de jî li ser platforma dîjîtal a Netflixê de derbikeve li pêşberî temaşevanan. 60emîn Festîvala Fîlman a New Yorkê û 79emîn Festîvala Fîlman a Venedîkê bi nîşandayîna fîlmê “White Noise” destpê kirin.

Derhênerê hoste Noah Baumback bi fîlmên xwe yên wekî “Frances Ha”, “Marriage Story” û “Mistress America” ve tê naskirin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d