Ji fîlmê “Oppenheimer”ê wêneyên nû parve kirin

Ji fîlmê derhênerê navdar Christopher Nolanî yê “Oppenheimer” afîş û wêneyên nû hatin weşandin û dê di 21ê Tîrmeha 2023yê de derbikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê ku tê de Cillian Murphy, Emily Blunt, Robert Downey Jr weke serlîstikvan cih girtine.

Fîlmê “Oppenheimer” qala çîroka fîzîknasê Amerîkayî J. Robert Oppenheimerî dike ku serokê Projeya Manhattanê û pêşengê çêkirina bombeya atomê bû. Derhêner Nolan di hevpeyvîneke xwe de ragihand ku di produksiyona fîlmê de wan bêyî efektên CGIyê yekem teqîna çeka nukleerê pêk anîne.

Ji bilî Cillian Murphy, Robert Downey Jr, Emily Bluntê, dê di fîlmê de lîstikvanên wekî Florence Pugh, Rami Malek, Benny Safdie, Matt Damon, Gary Oldman, Dane DeHaan, Josh Hartnett, Kenneth Branagh û Jack Quaid jî bilîzin.

Sinefesto

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: