Ji fîlmê “Ordinary Love” fragman hate weşandin

Ji fîlmê bi navê “Ordinary Love” ku li bernameya 44’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Torontoyê hatibû nîşandan re yekem fragman hate weşandin.

Fîlmê “Ordinary Love” ji aliyê Lisa Barros D’Sa û Glenn Leyburn ve hate kişandin û senoryoya fîlmê Şanonivîsê Îrlanda Bakurî Owen McCafferty nivîsan. Di fîlmê de lîstikvanên wekî Liam Neeson, Lesley Manville, David Wilmot, Amit Shah û Esh Alladi dilîzin û qala çîroka evîneke derasayî û jidil dike û li ser wateya jiyanê disekine.

Fîlmê “Ordinary Love” dê di dîroka 6’ê Berfanbarê de li Brîtanyayê bikeve vîzyonê.

Çavkanî: Gazete Karinca

Navenda Nûçeyan – Sînemaya Serbixwe  – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: