Ji fîlmê “Pinocchio” fragmana nû hat

Platforma dîjîtal a Netflixê, ji fîlmê derhênerê navdar û xelatgirê Xelatên Oscarê Guillermo del Toro yê “Pinocchio” fragmana nû weşandin. Fîlmê anîmasyonê, ji pirtûka wêjekarê navdar Carlo Collod ya bi navê “Serpêhatîyên Pînokyoyê” (1883) ji bo perdeya sînemayê hate kişandin.

Derhênerê Îtalyayê Guillermo del Toro ji sala 2008ê bi vir de ye li ser anîmasyona muzîkal a  “Pinocchio”yê dixebite û weke stop-motion hatiye afirandin. “Pinocchio” qala jiyana kûklayê darîn dike ku ji aliyê Geppettoyê dartiraş ve hatiye afirandin û dixwaze bibe zarokek.

Senaryoya fîlmê anîmasyonê, Guillermo del Toro û Patrick McHale 

“Pinocchio” dê di dîroka meha Berfanbara vê salê de li platforma dîjîtal a Netflixê derbikeve li pêşberî temaşevanan ku mijara fîlmê di salên 1930an û li Îtalyayê diqewime.

Di fîlmê anîmasyonê de, Gregory Mann bi dengê xwe di rola Pînokyoyî de û David Bradley bi dengê xwe di rola Gepettoyî de cih girtine. Lîstikvanên wekî; Cate Blanchett, Tilda Swinton, Finn Wolfhard, Burn Gorman, Ewan McGregor, Ron Perlman, Christoph Waltz, Tim Blake Nelson û John Turturro jî di fîlmê de bi dengê xwe cih girtine.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

%d blogcu bunu beğendi: