Ji fîlmê “Pinocchio” fragmana yekem hate parvekirin

Ji fîlmê “Pinocchio”yê ku ji aliyê derhênerê xelatgirtî yê Xelatên Oscarê Robert Zemeckis ve hatiye kişandin fragmana yekem li ser kanala Youtubeê ya Walt Disney Studiosê hate weşandin. Fîlmê nû, ji romana “Serpêhatîyên Pînokyo” (1883) ya nivîskarê Îtalyayê Carlo Collodîyî ji bo hunera sînemayê hatî kişandin ku ji fîlmê anîmasyonê yê bi navê “Pinocchio” (Walt Disney, 1940) îlhama xwe girtiye û tê de lîstikvanê navdar ê sînemayê Tom Hanks jî lîstiye.

Derhênerê fîlmê Robert Zemeckis li seranserê cîhanê bi fîlmên xwe yên wekî; “Forrest Gump”, “Back to the Future”, “Who Framed Roger Rabbit” ve tê naskirin. “Pinocchio” qala jiyana kûklayê darîn dike ku ji aliyê Geppettoyê dartiraş ve hatiye afirandin û dixwaze bibe zarokek. Senaryoya fîlmê; Robert Zemeckis, Chris Weitz û Simon Farnaby bi hev re nivîsandine.

Di fîlmê de lîstikvanên wekî Tom Hanks, Keegan-Michael Key, Lorraine Bracco, Cynthia Erivo, Luke Evans lîstine û Benjamin Evan Ainsworth, Joseph Gordon-Levitt bi dengê cih girtine.

Hat ragihandin ku fîlmê “Pinocchio” dê di 8ê meha Îlonê de li platforma Disney+ê promiyera xwe bike. Herwiha di Berfanbara 2022yê de fîlmekî din ê bi navê “Pînokyo” (Derhêner: Guillermo del Toro) jî li ser Netflixê derdikeve li pêşberî sînemahezan ku cureya fîlmê anîmasyon-muzîkal e û bi awayekî Stop-motionê kişandine.

Çavkanî: Film Hafızası

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: