Ji fîlmê “Pinocchio” fragmaneke nû hat weşandin

Fîlmê “Pinocchio” ku ji çîrokeke klasîk a nivîskar Martin Garroneyî, ji bo sînemayê hat kişandin û dê di dîroka 27’ê meha Adarê de bikeve vîzyonê. Di fîlmê de lîstikvanê navdar ê Îtalyayê Roberto Benigni jî cih digire.

Li gorî nûçeya ku di malpera Filmloverss’ê de cih digire, fîlmê “Pinocchio” ku ji çîrokeke klasîk a nivîskar Martin Garroneyî, ji aliyê Guillermo del Toro û Mark Gustafson ve ji bo sînemayê lê hatiye anîn û dê di dîroka 27’ê meha Adarê de bikeve vîzyonê. Ji fîlmê “Pinocchio”  fragmaneke nû hat weşandin û têde lîstikvanê navdar ê Îtalyayê Roberto Benigni û lîstikvanên wekî; Marine Vacth, Federico Ielapi, Gigi Proietti, Rocco Papaleo, Massimo Ceccherini, Matilda De Angelis û Alida Baldari Calabria lîstine.

Derhênerê navdar Guillermo del Toro bi fîlmên xwe yên; “Hellyboy” (2004), “El Laberinto del Fauno” (2007), “The Shape of Water” (2017) ve tê naskirin. Guillermo del Toro bi fîlmê xwe yê “The Shape of Water” re, li Xelatên Akademiyê xelatên Fîlmê Herî Serketî û Derhênerê Herî Serketî standin.

Fîlm “Pinocchio” dê di çarçoveya 70’emîn Festîvala Fîlman a Berlînê de bê nîşandan. Hat ragihandin ku amadehiyên bo du fîlmên din ên “Pinocchio” jî didome. Derhêner Guillermo del Toro dê di fîlmê xwe yê nû de mijara çîroka “Pinocchio”yê ji nû ve bikişîne ku di salên 1930an de li Îtalyayê derbas dibe. Fîlm, li Netflix’ê jî bê weşandin. Platforma dîjîtal Disney jî bi heman awayî, live-actioneke din amade dike û dê Sam Mendes bibe derhênerê fîlmê.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir