Ji fîlmê “Priscilla”yê fragmaneke nû hate weşandin

Fîlmê derhêner, lîstikvan û çêkera navdar Sofia Coppolayê yê “Priscilla” li ser têkiliya hunermend Elvis Presley û hevsera wî Priscilla Presleyê disekine. Ji fîlmê fragmaneke nû hate weşandin û dê di 3yê meha Mijdarê de bikeve vîzyonê.

“Priscilla” îlhama xwe ji pirtûka Priscilla Presleyê yê bi navê “Elvis and Me” (1985) digire ku qala têkiliya hunermendê navdar Elvis Presley û hevsera wî Priscilla Presleyê dike. Fîlm, demên daweta Elvis Presley û Priscilla Presleyê, ji dayîkbûna zarokê wan Lisa Marieyê û hevberdana wan tîne li ber perdeye spî. Cailee Spaeny û Jacob Elordi di fîlmê de weke serlîstikvan cî girtine.

Fîlmê “Priscilla” bi çêkerîya pargîdanîya fîlman A24ê re hatiye kêşandin. Sofia Coppola, fîlmên xwe yên “On the Rocks” û “The Bling Ring” jî bi çêkerîya A24ê ve kişandibû. Çend roj berê hatibû eşkerekirin ku fîlmê “Priscilla” dê li çarçoveya bernameya 22yemîn Fîlmekîmîyê li bajarên Stenbol û Îzmîrê weke fîlmê destpêkê bê nîşandayîn. Fîlm, li 80emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê hate nîşandayîn û xelata “Lîstikvana Herî Serketî” girt û dê di 3yê Mijdarê de derbikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê.

Jiyana Elvis Presley ji alîyê derhêner Baz Luhrmann ve bi navê “Elvis” (2022) weke fîlmê sînemayê hatibû kişandin û di gelek beşan de ji bo Xelatên Oscarê weke berendam hatibû nîşandayîn.

Sofia Coppola di gelek fîlmên sînemayê de lîstine û bi kurtefîlmê “Bed, Bath and Beyond” re dest bi kêşana fîlman kiriye. Di sala 1999ê de yekem fîlmê metraj ê xwe yê bi navê “The Virgin Suicides” kişand û bi fîlmên xwe yên “Lost in Translation (2003)”, “Marie Antoinette” (2006), “Somewhere” (2010), “The Bling Ring” (2013), “A Very Murray Christmas” (2015), “The Beguiled” (2017), “On the Rocks” (2020) ve tê naskirin.

Fîlmekîmî bi gelek fîlmên xelatgir ve destpê dike

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com 

 

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir