Ji fîlma “Psychomagic”ê fragman hat weşandin
Derhênerê navdar ê şilîyê Alejandro Jodorowskyî di heman demê de helbestvan, psîkoterapîst, muzîkvan, nivîskar, hosteyê kûklayan û peykervan e. Derhêner, fîlmekî nû ya bi navê “Psychomagic” (A Healing Art) kişandiye û ji fîlmê fragmana yekem hat weşandin.
Alejandro Jodorowskyî fîlmekî nû ya bi navê “Psychomagic” (A Healing Art) kişand. Ji fîlmê fragman û wêneyan hat weşandin, û di dîroka 7’ê meha Gelawêjê de li ser platforma dîjîtal a Alamo’yê bête weşandin. Fîlmê “Psychomagic”, li ser pêvajoya terapîyekê disekine û îlhama xwe ji xebatên felsefe, derûnnasî û nîjadnasîyê ve wergirtine.
Derhênerê navdar Alejandro Jodorowskyî di 91 saliya xwe de ye û li seranserê cîhanê bi gelek fîlmên xwe yên wekî; ” El Topo”, “La montaña sagrada”, “The Island”, “The Dance of Reality” û “Endless Poetry” re tê naskirin.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com