Ji fîlmê “Psychomagic”ê fragman hat weşandin

Derhênerê navdar ê şilîyê Alejandro Jodorowskyî di heman demê de helbestvan, psîkoterapîst, muzîkvan, nivîskar, hosteyê kûklayan û peykervan e. Derhêner, fîlmekî nû yê bi navê “Psychomagic” (A Healing Art) kişandiye û ji fîlmê fragmana yekem hat weşandin.

Alejandro Jodorowskyî fîlmekî nû yê bi navê “Psychomagic” (A Healing Art) kişand. Ji fîlmê fragman û wêneyên ewil hat weşandin ku dê di dîroka 7’ê meha Gelawêjê de li ser platforma dîjîtal a Alamo’yê bê weşandin. Fîlmê “Psychomagic”, li ser pêvajoya terapîyekê disekine û ji xebatên felsefe, derûnnasî û nîjadnasîyê îlhama xwe girtine.

Derhênerê navdar Alejandro Jodorowsky di 91 saliya xwe de ye û li seranserê cîhanê bi gelek fîlmên xwe yên wekî; ” El Topo”, “La montaña sagrada”, “The Island”, “The Dance of Reality” û “Endless Poetry” ve tê naskirin. 

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir