Ji fîlmê “Raven’s Hollow” fragman hate weşandin
Fîlmê “Raven’s Hollow” li ser salên ciwantî yên wêjekarê mezin Edgar Allan Poeyî disekine û hin demên jiyana nivîskarê tîne li perdeya sînemayê. Ji fîlmê fragman hate weşandin ku dê li platforma Shudderê di Cejna Pîrebokan de bigihîje li temaşevanan.
Derhênerîya “Raven’s Hollow”ê Christopher Hatton kiriye û senaryoya fîlmê jî Hatton û Chuck Reeves bi hev re nivîsandine. Fîlm, qala salên dibistana leşkerî ya West Pointê ya Edgar Allan Poeyî dike û tê de William Moseley bi rola nivîskar re cih girtiye. Di demsala payîza sala 1830ê de Poe û çar hevalên wî rêwîtiyeyeke li bajarokekî jibîrkirî dikin û li wir rastî hin bûyerên ecêb tên.
Lîstikvanên wekî; William Moseley (Edgar Allan Poe) Kate Dickie (Game of Thrones), Melanie Zanetti (Love and Monsters) David Hayman (Fisherman’s Friends), Oberon K. A. Adjepong (The Dark Tower) û Callum Woodhouse (All Creatures Great and Small) di fîlmê de lîstine.
Ji destpêka sînemayê û bi vir de bi dehan berhemên Edgar Allan Poeyî ji bo hunera heftemîn hatine kişandin. Bi taybetî di demên dawî de ji berhemên Edgar Allan Poeyî gelek fîlm ji bo perdeya sînemayê têne kişandin, herî dawî fîlmê “The Pale Blue Eye” ji platforma dîjîtal a Netflixê hate weşandin.
Çavkanî: Deadline
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com