Ji fîlmê “Recpect” fragmana yekem hat

Hunermenda muzîka Soulê Aretha Franklinê berî du salan di 76 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dabû. Ji fîlmê bi navê “Respect’”ê ku qala jiyana hunermend Franklinê dike, fragmana yekem hat weşandin.

Li gorî ku di malpera sînemayê ya The Film Stage’yê de cih digire, ji fîlmê bi navê “Respect’”ê ku qala çîroka jiyana qralîçeya muzîka Soulê Aretha Frankê dike, fragmana yekem hat belavkirin ku di rola hunemenda navdar Franklinê de, lîstikvana xelatgir Jennifer Hudson dilîze. Lîstikvan Hudson, bi fîlmê “Dreamgirls” (2006) re di beşa Lîstikvana Alîkar a Baştirîn de Xelata Oscarê û di sala 2009’ê de di beşa R&Byê de xelata Grammyê girtin.

“Respect’” di heman demê de fîlmê yekem ê derhêner Liesl Tommyî ye û wî di hin beşên rêzefîlmên wekî; “Lîstokên Broadwayê û Jessica Jones (2015-2019) û “The Walking Dead” (2010-2020) de weke derhêner cih girtine.

Hat ragihandin ku fîlmê “Respect” dê di meha Berfanbarê de derbikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê ku tê de lîstikvanên wekî Forest Whitaker, Marlon Wayans, Audra McDonald, Marc Maron, Tituss Burgess, Saycon Sengbloh, Hailey Kilgore, Skye Dakota Turner jî cih girtine.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe -www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir