Ji fîlmê “Reptile”yê fragmana yekem hate weşandin
Derhênerê vîdyoyên muzîkan Grant Singer bi yekem fîlmê metrajdirêj ê xwe yê bi navê “Reptile” re derdikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê. Fîlmê polîsiye, li ser kuştina emlaqfiroşeke ciwan disekine ku ji fîlmê fragmana yekem hate weşandin.
Lîstikvanên wekî; Benicio del Toro, Alicia Silverstone, Justin Timberlake, Eric Bogosian, Domenick Lombardozzi, Frances Fisher, Ato Essandoh, Michael Carmen Pitt, Karl Glusman û Matilda Lutz di fîlmê de lîstine û senaryoya wê ji alîyê Grant Singer, Benjamin Brewer û Benicio del Toro ve hatiye nivîsandin. Di fîlmê de, dedektîvekî bi navê Nichols ji bo çareserkirina kuştina emlaqfiroşeke ciwan dikeve têkoşînekê.
“Reptile” bi çêkerîya Molly Smith, Trent Luckinbill û Thad Luckinbill ve li Atlantayê hate kêşandin û dê li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Torontoyê bê nîşandayîn. Fîlm, dê di 7ê Îlonê de li hin salonên sînemayê bê nîşandayîn û piştre jî wê di 6ê Cotmehê de li ser platforma dijital a Netflixê derbikeve li pêşberî temaşevanan.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com