Ji fîlmê Sarah Polley ê “Woman Talking” sewyana yekem hate weşandin

Ji fîlmê derhêner Sarah Polley ê “Women Talking” sewyana/afîş yekem hate parvekirin ku tê de lîstikvanên wekî; Rooney Mara, Claire Foy, Jessie Buckley, Frances McDormand, Ben Whishaw û Judith Ivey dilîzin. “Women Talking” ji romana wêjekara Kenedayî Miriam Toews ji bo perdeya sînemayê hate kêşandin û di meha Gelawêjê de ji fîlmê wêneya ewil jî hatibû weşandin.

Senaryoya fîlmê Miriam Toews û Polley bi hev re nivîsîne û qala çîroka jinên ku di kolonîyeke oldar de wekî dîl dijîn dike, û tund û zextên mêran nîşan dide.

Fîlmê “Women Talking” wê promîyera xwe ya cîhanê di 8-18ê meha Îlonê de li bernameya 47emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Torontoyê bike û dê di beşa Spotlight a Festîvala Fîlman a New Yorkê de jî bê nîşandayîn. Hate ragihandin ku fîlmê nû dê di dîroka 2yê meha Berfanbara 2022yê de li sînemayan bikeve vîzyonê.

Sînemalar Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

%d blogcu bunu beğendi: