Ji fîlmê “See How They Run” fragmana yekem hate weşandin
Ji fîlmê “See How They Run” yê derhêner Tom Georgeyî fragmana yekem hate weşandin û tê de Sam Rockwell ve Saoirse Ronan weke serlîstikvan lîstine. Fîlm ji pargîdanîya Searchlight Picturese ve hatiye kişandin, wê demsala payîza vê salê bikeve vîzyonê.
“See How They Run” ji aliyê Tom George ve hatî kişandin û senaryoya fîlmê jî Mark Chappell nivîsiye ku ji fîlmê fragmana yekem hate weşandin. Di fîlmê de lîstikvanên wekî; David Oyelowo, Adrien Brody, Ruth Wilson, Harris Dickinson, Sian Clifford, Jacob Fortune Lloyd, Shirley Henderson, Reece Shearsmith, Paul Chahidi, Pearl Chanda, Charlie Cooper û Pippa Bennett-Warner lîstine.
Fîlmê “See How They Run” qala jiyana çêkerê fîlman a Hollywoodê dike ku wî dixwaze ji lîstikeke popûler fîlmekî bikişîne. Lê belê piştî demekê hin xebatkarên fîlmê têne kuştin û Soraxvanên Stoppard û Stalker ji bo lêkolînkirina mirinên xebatkarên fîlmê tên peywirdar kirin.