Ji fîlmê Steven Spielberg ê “The Fablemans” sewyana nû hate weşandin

Ji fîlmê derhênerê navdar û xelatgirê Oscarê Steven Spielberg ê bi navê “The Fablemans” sewyana (afîş) nû hate weşandin. Fîlm ji malbata Spielbergî îlhama xwe digire û weke nîv-xwejînenîgariyê hatiye kişandin.

Lîstikvanên wekî; Michelle Williams (Mitzi Fabelman), Paul Dano (Burt Fabelman), Seth Rogen (Bennie Loewy) Gabriel LaBelle (Sammy Fabelman) di fîlmê de lîstine. Fîlm dê li 47emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Torontoyê derbikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê.

Senaryoya fîlmê Tony Kushner û Steven Spielberg bi hev re nivîsîne û hate ragihandin “The Fablemans” dê di 11ê meha Mijdara 2022yê de li Amerîkayê bikeve vîzyonê.

Çavkanî: Hollywoodreporter

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

 

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

%d blogcu bunu beğendi: