Ji fîlmê “Tár” fragmaneke nû hate weşandin

Derhênerê navdar Todd Field li seranserê cîhanê bi fîlmên xwe yên “Little Children” (2006) û “In the Bedroom” (2001) ve tê naskirin ku 8 caran ji bo Xelatên Akademîyê (Oscar) bûbû berendam. Todd Field piştî 16 salan bi fîlmê xwe yê bi navê “Tár” re ji nû ve derdikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê ku tê de lîstikvana navdar û xelatgira Oscarê Cate Blanchett weke serlîstikvan cih digire.

Fîlm “Tár” promîyera xwe ya cîhanê dê di navbera dîrokên 31ê Gelawêj û 20ê meha Îlonê de li bernameya 79emîn Festîvala Fîlman a Venedîkê bike. Ji “Tár” fragmana yekem hate weşandin û senaryoya fîlmê jî Todd Field bi xwe nivîsîye. Hate ragihandin ku wê di 7ê Cotmehê de li Amerîkayê bikeve vîzyonê.

“Tár” qala çîroka jiyana yekem şefa orkestrayê ya Almanyayê Lydia Tárê dike. Lydia Tár di fîlmê de karaktereke pevxistî ye, lê tê texmîn kirin ku fîlmê nû jiyana Eva Brunellî ku yek ji bestekarên mezintir ên dîrokê tê qebûl kirin, tîne li ber peredeya sînemayê. Cate Blanchett di fragmana fîlmê de dibêje “Dem, parçeya bingehîn a şîrovekirinê ye.”

Di fîlmê nû de lîstikvana navdar û xelatgira Oscarê Cate Blanchett weke serlîstikvan cih girtiye. Lîstikvana sînemayê Blanchett, Xelatên Oscar, Gilovera Zêrîn û BAFYAyê girtine û herî dawî di fîlmên “Don’t Look Up” û “School For Good And” lîstibû. Lîstikvanên Nina Hoss, Mark Strong, Sophie Kauer, Julian Glover, Noémie Merlant, Allan Corduner ve Sylvia Flote di fîlmê de lîstine. Muzîkên fîlmê “Tár” ji aliyê hunermenda navdar Hildur Guðnadóttir ve hatine afirandin ku hunermend muzîkên fîlmê ‘Joker’ê (2019) çêkiribû û Xelata Oscarê girtibû.

“Tár” bi çêkeriya pargîdanîya Standard Film Company ve hate kişandin. Li Amerîkayê dê bi riya Focus Featuresê bikeve li pêşberî sînemahezan û li hemû cîhanê jî wê bi riya Universal Picturesê bê nîşandayîn. Fîlm, dê dîroka di 7ê meha Cotmehê de li DYAyê bikeve vîzyonê.

Çavkanî: Film Hafızası

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

%d blogcu bunu beğendi: