Ji fîlmê “Tenet”ê fragmaneke nû hat weşandin

Ji fîlmê “Tenet” yê derhênerê navdar Christopher Nolanî fragmaneke nû hat weşandin û tê de lîstikvanên John David Washington û Robert Pattinson jî cih digirin.

Derhênerê navdar ê Christopher Nolan fîlmekî nû yê bi navê “Tenet”ê kişand û ji fîlmê fragmaneke nû hat weşandin. Fîlm, di 17’ê meha Tîrmehê de ketiba vîzyonê, lê ji ber şewba koronayê dîroka vîzyonê ya fîlmê nediyar e.

Di fîlmê Tenet’ê de lîstikvanên John David Washington, Robert Pattinson, Elizabeth Debicki, Aaron Taylor-Johnson, Kenneth Branagh, Michael Caine Clémence Poésy, Dimple Kapadiayê jî lîstine.

Çîroka fîlmê “Tenet”ê jî wekî fîlmên din ên derhêner Christopher Nolanî ber bi paş ve diçe.

Christopher Nolan li seranserê cîhanê bi fîlmên xwe yên wekî; Memento, Inception, Interstellar, Dunkirk û The Dark Knight ve tê naskirin.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: