Ji fîlmê “The Call of The Wild” fragmana yekem hat
Romana nivîskarê cîhanê Jack Londonî ya bi navê “The Call of The Wild” ji bo sînemayê hate kişandin. Ji fîlmê fragmana yekem hat û têde Harrison Ford weke serlîstikvan cih girtiye. Fîlm, dê di 21’ê Reşemiya sala 2020’ê de bikeve vîzyonê.
Li gorî nûçeya malpera FilmLoverss’ê, ji fîlmê “The Call of The Wild” ku ji romana nivîskarê navdar ê cîhanê Jack Londonî bo sînemayê lê hatiye anîn, fragmana yekem hate weşandin.
Fîlmê “The Call of The Wild” ji aliyê Chris Sanders ve hate kişandin. Sanders bû berendamê Oscarê û derhênerê fîlmên wekî; “How to Train Your Dragon” û “The Croods”ê ne. Senaryoya fîlmê senarîst Michael Green nivîsîye ku bi fîlmên xwe yên wekî “Logan” û “Blade Runner 2049” ve tê naskirin û wî yek ji afirînerên rêzefîlmê “American Gods”ê ye.
Fîlmê “The Call of The Wild”, dê di dîroka 21’ê Sibata sala 2020’ê de bikeve vîzyonê.
Nivîskarê navdar ê Amerîkayî Jack London bi roman û çîrokên xwe yên wekî; “White Fang” “Martin Eden”, The Iron Heel”, “The Road” û To Build a Fire” ve tê naskirin û heta niha gelek berhemên nivîskarê marksîst ji bo sînemayê lê hatine anîn.
Romana nivîskar Jack Londonî “The Call of the Wild” berhemeke bêhempa û girîng e û di sala 1935’ê de (Derhêner: William A. Wellman), di sala 1972’yê de (Derhêner: Ken Annakin) û di sala 2009’ê de (Derhêner: Richard Gabai) ji bo sînemayê hatibû kişandin. Mijara fîlmê, li Alaskaya Amerîkayê diqewime û qala çîroka seyek taxukê (kêşe) bi navê Buck dike û di xwezaya jiyanê de, rengê têkoşîna dijwar a ji bo jiyanê nîşan dide. Lîstikvanên wekî Harrison Ford, Dan Stevens, Omar Sy, Karen Gillan, Bradley Whitford û Colin Woodell di fîlmê de cih digirin.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com