Ji fîlmê “The Color Purple”yê fragmaneke nû hate weşandin

Fîlmê sînemager û çêker Blitz Bazawuleyî yê bi navê “The Color Purple” ji romana wêjekara navdar Alice Walkerê ya bi heman navê hate kêşandin ku li ser çîroka jiyana jineke çermreş disekine. Ji fîlmê fragmaneke nû ya dirêj hate weşandin.

Halle Bailey û Phylicia Mpasi di “The Color Purple”yê de weke serlîstikvan listîne û di fîlmê de du xwişk in. Di fragmana fîlmê de tê gotin, “Tu tişt ji xwişkatîyê xurttir nîne.” Lîstikvanên wekî Danielle Brooks, Ciara, Taraji P. Henson, Colman Domingo, Corey Hawkins, H.E.R., Louis Gossett Jr. û David Alan Grier jî di fîlmê de cih digirin.

Romana Alice Walkerê di sala 1985ê de ji alîyê derhênerê navdar Steven Spielberg ve weke fîlmê sînemayê hatibû kêşandin û di 11 beşan de ji bo Xelatên Oscarê weke berendam hate nîşandayîn. Steven Spielberg, Quincy Jones û Oprah Winfrey di vê lêanîna fîlmê muzîkî de weke çêker cî girtine. Hate ragihandin ku fîlmê nû dê di 25ê meha Berfanbarê de li Amerîkayê bikeve vîzyonê.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir