Ji fîlmê “The End We Start From” fragman û afîş hatin weşandin
Fîlmê “The End We Start From” bi derhênerîya Mahalia Belo re hate kişandin û rêwîtîya dê, bav û zaroka wan ku piştî lehîyekê destpê dike, tîne li pêşberî temaşevanên sînemayê. Malbat ji ber karesata lehîyê ji Londonê ber bi herêma çolkarîya Îngilistanê ve diçin. Ji fîlmê fragman û afîş hatin weşandin.
“The End We Start From” dramaya dîstopîk a qiyametê ye ku bi serçêkerîya Benedict Cumberbatch re hatiye afirandin. Hatibû ragihandin ku fîlm dê li 48emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Torontoyê bê nîşandayîn. Lîstikvanên wekî; Jodie Comer, Joel Fry, Mark Strong, Nina Sosanya, Gina McKee, Katherine Waterston di fîlmê de listene û senaryoya wî Alice Birch, Megan Hunter bi hev re nivîsandine. Fîlm, ji pirtûka Megan Hunterê ya bi heman navê ji bo perdeya spî hate kişandin.
Dîroka vîzyonê ya fîlmê “The End We Start From”ê diyar bû û dê di 8ê meha Berfanbarê de bikeve vîzyonê.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com