Ji fîlmê “The Eternal Daughter” fragmana ewil hate weşandin

Fîlmê tirsê “The Eternal Daughter” ji aliyê derhêner Joanna Hogg ve hate nivîsîn û kêşandin ku ji fîlmê fragmana ewil weşandin. Lîstikvana navdar Tilda Swinton bi du karekterên cuda ve di fîlmê de cih girtiye.

“The Eternal Daughter” bi cureya tirsê û bi awayekî nîv xwejînenîgariyî hatiye kêşandin û qala jiyana hunermend Julie Hartê dike ku dixwaze bi riya rêwîtiyê bi dayika xwe ya Rosalind re bikeve pêwendîyê. Çîroka fîlmê li Hotêla Moel Famau ya herêma Gallerê derbas dibe û li wir hin bûyerên neravebar destpê dikin. Lîstikvana sînemayê Tilda Swintonê di fîlmê de bi performanseke balkêş lîstiye.

Ji bilî serlîstikvana fîlmê Tilda Swintonê, Carly-Sophia Davies, Zinnia Davies-Cooke, Joseph Mydell, August Joshi û Alfie Sankey-Green di fîlmê de weke lîstikvan cih girtine. “The Eternal Daughter” promîyera xwe ya cîhanê li bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê kir û mora xwe li festîvalê da.

Fîlm, bi çêkerîya Rose Garnett û Martin Scorsese ve hate kişandin û dê ji aliyê pargîdanîya A24ê ve bê belavkirin. A24ê di heman demê de belavkarîya fîlmên wekî Hereditary, The Lighthouse, Midsommar, The Witch jî kiriye. Hate ragihandin ku “The Eternal Daughter” wê di dîroka 2ê meha Berfanbarê de li Amerîkayê bikeve vîzyonê.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

 

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: