Ji fîlmê “The Fabelsman” fragman hate parvekirin

Ji fîlmê dawî yê derhênerê navdar û xelatgirê Oscarê Steven Spielberg ê bi navê “The Fabelsman” fragman hate weşandin ku fîlmê nû li bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Torontoyê derket li pêşberî temaşevanan.

“The Fabelsman” ji jiyan û bîranînên malbata Spielbergî îlhama xwe digire, weke nîv-xwejînenîgariyê hatiye kişandin û çend roj berê ji fîlmê sewyana (afîş) ewil hatibû parvekirin.

Lîstikvanên wekî; Michelle Williams, Paul Dano, Seth Rogen, Gabriel LaBelle, Julia Butters, Jeannie Berlin di fîlmê de lîstine. Fîlmê “The Fabelsman” li 47emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Torontoyê hate nîşandayîn.

Senaryoya fîlmê Tony Kushner û Steven Spielberg bi hev re nivîsîne û hate ragihandin “The Fablemans” dê di 11ê meha Mijdara 2022yê de li Amerîkayê bikeve vîzyonê. Derhêner Spielberg bi fîlmê xwe yê “West Side Story’ (2021) re bi tevahî di 7 beşan de ji bo 94emîn Xelatên Akademîyê (Oscar) bûbû berendam, serlîstikvana fîlmê Ariana DeBose ji Xelatên Akademîyê Xelata Lîstikvana Herî Serketî girtibû û di heman demê de bûbû yekem jina queer a çermreş.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: