Ji fîlmê “The Kitchen”ê fragman hate weşandin

Fîlmê pevxistina zanistî “The Kitchen” ji alîyê Daniel Kaluuya, Kibwe Tavares ve hate kêşandin û qala demeke ku di navbera xîzan û dewlemendan de cudahîyeke mezin derketiye holê dike. Li gorî daxuyanîya Netflixê fîlmê nû, li bajarê Londonê di dahatûyeke dîstopîk de derbas dibe. Ji fîlmê fragman hate weşandin.

Di fîlmê pevxistina zanistî de hemû cureyên xanîyên civakî ji holê hatine rakirin û bi tenê “Pêjgeh” (The Kitchen) maye. Li vir civateke heye ku naxwazin ji “Pêjgeh”ê derbikevin. “The Kitchen” çîroka Izi (Kane Robinson) û Benjîyî (Jedaiah Bannerman) tîne li ser perdeya spî. Lîstikvanên wekî Hope Ikpoku Jnr, Ian Wright, BackRoad Gee, Cristale, Teija Kabs û Demmy Ladipo jî di fîlmê de lîstine.

Senaryoya fîlmê Daniel Kaluuya û Joe Murtagh bi hev re nivîsandine, dê di 19ê Rêbendanê de li ser platforma dîjîtal a Netflixê bê nîşandayîn.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir