Ji fîlmê “The Lighthouse” yê Derhênerê navdar Robert Eggersê yekem fragman hate weşandin. The Lighthouse cara yekem li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê de di beşa “Panzdeh Rojên Derhêneran de hatibû nîşandayîn. Serlîstîkvanên fîlmê Willem Dafoe û Robert Pattinson in.
Derhêner Robert Eggers bi yekem fîlmê xwe ya “The Witch: A New-England Folktale (2015) ve tê naskirin.Çîroka mijara “The Lighthouse”, li Parêzeha Maineyê di sala 1890an de derbas dibe û qala çîroka du zilamên ku di fanosa zeryayê de xebitîn ve dike. Fîlm weke reş-spî hatiye kişandin û li DYAyê dê di dîroka 18’ê meha Kewçerê de bikeve vîzyonê. Çavkanî: www.Filmloverss.comNavenda Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com