Ji fîlmê “The Pale Blue Eye” teasera fermî hate weşandin

Di meha Gelawêjê de ji fîlmê Scott Cooper yê “The Pale Blue Eye” wêneyên ewil hatibûn weşandin ku tê de lîstikvanê navdar û xelatgirê Oscarê Christian Bale weke serlîstikvan cih digire. Ji fîlmê teasera fermî hate weşandin ku piştî vîzyonê dê li ser platforma dîjîtal a Netflixê jî derbikeve li pêşberî temaşevanan.

Fîlm “The Pale Blue Eye” ji pirtûka Louis Bayard ji bo hunera sînemayê hate kişandin û behsa çîroka dedektîvekî ezmûndar dike ku hewl dide bi alîkarîya xwendekar Edgar Allan Poe re, kuştinên ku li Akademîya West Pointê çareser bike. Mijara fîlmê di salên 1830an de diqewime ku wêjekarê mezin Edgar Allan Poe di fîlmê de weke karakterekî pevxistî cih digire.

Serlîstikvanê fîlmê Christian Bale heta niha di fîlmên wekî The Dark Knight, The Fighter û American Psycho de lîstine. Dîroka vîzyonê ya fîlmê weke 23yê meha Berfanbarê hate eşkerekirin û piştî vîzyonê dê di 6ê Rêbendana 2023yê de jî li ser Netflixê bê weşandin.

Lîstikvanên wekî Christian Bale, Gillian Anderson, Charlie Tahan, Robert Duvall, Lucy Boynton, Charlotte Gainsbourg, Toby Jones, Harry Lawtey, Simon McBurney, Timothy Spall, Hadley Robinson, Joey Brooks, Brennan Cook, Gideon Glick, Fred Hechinger û Matt Helm di fîlmê de dilîzin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

 

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: