Ji fîlmê “The Promised Land”ê fragmana yekem û poster hatin weşandin
Fîlmê “The Promised Land” (Bastarden) ji alîyê derhêner Nikolaj Arcel ve hate kêşandin, senaryoya wê Arcel û Anders Thomas Jensen bi hev re nivîsandine. Ji fîlmê fragmana yekem û poster hatin weşandin.
“The Promised Land” li ser çîroka keştîvanekî hejar disekine û fîlmekî dîrokî ye. Hate ragihandin ku fîlmê nû wê promîyera xwe ya cîhanê li bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê bike û dê ji bo xelata Şêrê Zêrîn bikeve pêşbazîyê. Derhêner Nikolaj Arcel bi fîlmên xwe yên “A Royal Affair” û “The Dark Tower” ve tê naskirin.
Fragman û postera “The Promised Land”ê ji alîyê TrustNordiskê ve hate parvekirin û lîstikvanên wekî Mads Mikkelsen, Amanda Collin, Magnus Krepper, Simon Bennebjerg, Gustav Lindh, Kristine Kujath Thorp, Morten Hee Andersen, Jacob Lohmann û Felix Kramer di fîlmê de cî girtine. Senaryoya fîlmê ji romana nivîskara Denmarkî Ida Jessenê ya “Kaptajnen og Ann Barbara”yê hate girtin. Dîroka vîzyonê ya fîlmê hê nehate eşkerekirin.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com