Ji fîlmê “The Taste of Things”ê fragmana duyemîn hate parvekirin

Fîlmê derhêner Trần Anh Hùngî yê “La passion de Dodin Bouffant” (The Taste of Things) ji bo beşa Fîlmê Herî Serketî yê Navneteweyî yê 96emîn Xelatên Akademîyê (Oscar) hate hilbijartin ku lîstikvanên navdar ên sînemayê Juliette Binoche û Benoit Magimel tê de weke serlîstikvan cî digirin. Ji fîlmê ” fragmana duyemîn hate weşandin û ragihandin ku wê di 8ê Mijdarê de bikeve vîzyonê.

“The Taste of Things” promîyera xwe li 76emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê kir û xelata “Derhênerê Herî Serketî” girt. Senaryoya fîlmê Trần Anh Hùng bixwe nivîsîye, di sedsala 19ê de diqewime û qala çîroka evîn aşpêj û gurmeyekê dike. Fîlm, ji romana Marcel Rouffeyî ya bi navê “The Passionate Epicure” (1924) hatiye kêşandin û li Festîvalên Fîlman ên Telluride û New Yorkê jî hatibû nîşandayîn. “La passion de Dodin Bouffant” wê di 8ê meha Mijdarê de li Frensayê bikeve vîzyonê.

Trần Anh Hùngî bi eslê xwe ji Vîetnamê ye û li Frensayê hatiye dinê. Sînemagerê navdar, derhênerîya “Mui Du Du Xanh”, “Xich Lo”, “Norwegian Wood”, “The Vertical Ray of the Sun”, “Eternité”, “I Come with the Rain”, “La femme mariée de Nam Xuong” (kurtefîlm), “Ròm” (kurtefîlm), “La pierre de l’attente” (kurtefîlm), “La piedra de la espera” kirine.

Derhênerê navdar, bi fîlmê xwe yê “The Passionate Epicure” (1993) re care yekem ji bo Xelatên Oscarê bûbû berendam û di heman demê de yekem derhênerê Vîetnamî ye ku ji bo Oscarê weke berendam hatiye nîşandayîn.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

 

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: