Ji fîlmê “The Truth” fragmana yekem hat
Ji fîlmê “The Truth” yê derhênerê navdar ê Japonyayê Hirokazu Koreeda ku qala çîroka dayik û keçek ve dike, fragmana yekem hat û têde lîstikvanên wekî Catherine Deneuve, Juliette Binoche, Ethan Hawke, Ludivine Sagnier cih digirin.
Li gorî nûçeya ku di malpera Filmloverss’ê de cih digiri, ji fîlmê “The Truth” yê derhênerê Japonyayê Hirokazu Koreeda, fragmana yekem hat weşandin. Fîlm, ji bo rêzgirtina lîstikvanê navdar Catherine Deneuve re hatiye kişandin û di çarçoveya Fîlmekîmî de derketibû li pêşberî sînemahezan û dê di dîroka 3’yê meha Rêbendana 2020’ê de bikeve vîzyonê. “The Truth” di heman demê de yekem fîlm e ku ji aliyê Hirokazu Koreeda re li derveyî Japonyayê hatiye kişandin
Derhênerê navdar ê cîhanê Hirokazu Koreeda, bi fîlmê xwe ya bi navê “Shoplifters” re, di sala 2018’ê de li Festîvala Cannesê Xelata Palmiyeya Zêrîn stendibû.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com