Ji fîlmê “The Truth”ê wêneyên nû hate weşandin!
Li gorî nûçeya malpera Filmloverss.com’ê ji fîlmê “The Truth”ê yê derhênerê navdar Hirokazu Koreedayê çend wêneyên nû hate weşandin. Di fîlmê de lîstikvanên navdar ên sînemayê Catherine Deneuve, Juliette Binoche, Ludivine Sagnier û Ethan Hawke dilîzin.
Derhênerê navdar ê Japonî Hirokazu Koreeda bi fîlmê xwe yê “Shoplifters” re ji 71’emîn Festîvala Fîlman a Cannesê xelata Palmiyeya Zêrîn wergirtibû û li ser cîhanê bi fîlmên xwe yên; Still Walking, Nobody Knows ve Like Father û Like Son ve tê naskirin.
Fîlmê “The Truth” qala jiyana lîstikvana navdar a Fransayî Fabienne û keça wê dike. “The Truth”, di 28’ê Gelawêjê de di bernameya 76’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê de dê weke fîlmê destpêkê bê nîşandayîn.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com