Ji fîlmê “The Whale” fragmana yekem hate weşandin
Fîlmê derhênerê navdar Darren Aronofskyî yê “The Whale”, Festîvala Fîlman a Venedîkê jî tê de li bernameya gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî yên cîhanê eleqeyeke baş dît. Ji fîlmê fragmana yekem weşandin û hate ragihandin ku “The Whale” dê di dîroka 9ê meha Berfanbarê de li Amerîkayê bikeve vîzyonê.
Ji fîlmê Darren Aronofskyî yê “The Whale” ku tê de Brendan Fraser û Sadie Sink weke serlîstikvan lîstine, fragmana yekem hate weşandin.
Di fîlmê “The Whale” de mamostayê Îngilizî Charlie li dijî obezîteyê têdikoşe û hewl dide ku bi keça xwe ya Elle re ji nû ve bikeve pêwendiyê. Fîlm, ji lîstika nivîskar Samuel D. Hunterî ji bo sînemayê lê hatiye anîn ku tê de lîstikvanên wekî; Brendan Fraser, Sadie Sink, Hong Chau, Ty Simpkins û Samantha Morton dilîzin. Wêneyên ewil ên fîlmê di meha Tîrmehê de ji aliyê pargîdanîya A24 ve hatibûn weşandin.
Derhênerê navdar Darren Aronofsky bi fîlmên xwe yên wekî; Pi (1998), Requiem for A Dream (2000) Noah (2014), Black Swan (2010), The Wrestler (2009) ve tê naskirin. Aronofsky herî dawî di sala 2017ê de bi fîlmê “Mother!” derket li pêşberî temaşevanên xwe û fîlmê wî yê dawî “The Whale” dê di dîroka 9ê meha Berfanbarê de bikeve vîzyonê.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com