Ji fîlmê “The Whale” wêneyên ewil hatin parvekirin

Ji fîlmê Darren Aronofskyî yê “The Whale” ku tê de Brendan Fraser û Sadie Sink weke serlîstikvan cih digirin, wêneyên ewil hatin weşandin.

Derhênerê navdar Darren Aronofsky bi fîlmên xwe yên wekî; Pi (1998), Requiem for A Dream (2000) Noah (2014), Black Swan (2010), The Wrestler (2009) ve tê naskirin. Aronofsky herî dawî di sala 2017ê de bi fîlmê “Mother!” derket li pêşberî temaşevanên xwe û projeya wî ya dawî fîlmê “The Whale” ye.

Di “The Whale” de mamostayê Îngilizî Charlie li dijî obezîteyê têdikoşe û hewl dide ku bi keça xwe ya Elle re ji nû ve bikeve pêwendiyê. Fîlm, ji lîstika nivîskar Samuel D. Hunterî ji bo sînemayê lê hatiye anîn ku tê de lîstikvanên wekî; Brendan Fraser, Sadie Sink, Hong Chau, Ty Simpkins û Samantha Morton dilîzin.

Senaryoya fîlmê Samuel D. Hunter nivîsîye û Matthew Libatique di fîlmê de weke derhênerê dîmenê cih digire. Muzîkên fîlmê “The Whale” jî Rob Simonsen çêdike ku muzîkên fîlmên Foxcatcher û The Spectacular Nowê jî ji aliyê wî hatibûn afirandin.

Wêneyên ewil ên fîlmê ji aliyê pargîdanîya A24 ve hatin weşandin û ragihandin ku “The Whale” dê li Festîvala Fîlman a Venedîkê bê nîşandayîn.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir