Ji fîlmê “The Wonder”ê wêneyên nû hatin weşandin

“The Wonder” ji aliyê derhêner Sebastián Lelio ve hate kişandin ku tê de Florence Pugh weke serlîstikvan cih digire. Ji fîlmê nû, wêneyên nû hatin weşandin.

Fîlmê “The Wonder” dê di navbera 16-24ê meha Îlonê de li 70emîn Festîvala Fîlman a Sebastiánê promîyera xwe bike. Lîstikvanên wekî; Ciarán Hinds, Tom Burke, Toby Jones û Elaine Cassidy jî di fîlmê de lîstine û hate ragihandin ku fîlmê dê li ser plaforma dîjîtal a Netflixê derbikeve li pêşberî temaşevanan.

Senaryoya fîlmê Emma Donoghue, Lelio û Alice Birch bi hev re nivîsandine û ji romana wêjekar Emma Donoghueyê bo sînemayê hatiye kişandin. “The Wonder” qala çîroka du mirovên biyanî dike ku jiyanên hev guherandine.

Çavkanî: Sinefesto

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

%d blogcu bunu beğendi: