Ji fîlmê “Three Thousand Years of Longing”ê fragmaneke nû hate weşandin
Ji fîlmê “Three Thousand Years of Longing”ê fragmaneke nû hate weşandin. Fîlm, ji aliyê derhênerê navdar ê sînemayê George Miller ve hatî kişandin û tê de lîstikvanên wekî; Tilda Swinton, Idris Elba, Pia Thunderbolt û Berk Ozturk jî lîstine. Senaryoya fîlmê jî Miller bi xwe nivîsandiye.
George Miller di sala 2015ê de bi fîlmê xwe yê “Mad Max: Fury Road” re derket li pêşberî sînemahezan ku fîlmê wî li seranserê cîhanê gelek deng veda. Piştî heft salan Miller ji nû ve bi fîlmê xwe yê nû derdikeve li pêşberî sînemahezan û ji fîlmê wî yê “Three Thousand Years of Longing”ê (3000 Years of Longing) fragmaneke nû hate weşandin.
Fîlmê nû, ji çîroka bi navê “The Djinn in the Nightingale’s Eye” (1994) ya nivîskara îngiliz A. S. Byattê ji bo hunera heftemîn hate kişandin. Mijara çîrokê li bajarê Stenbolê diqewime.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com