Ji fîlmê “Ticket to Paradise” sewyana yekem hate weşandin
Ji fîlmê derhêner Ol Parker ê “Ticket to Paradise” sewyana (afîş) yekem hate weşandin ku tê de lîstikvanên navdar Julia Roberts û George Clooney weke serlîstikvan cih digirin. Senaryoya fîlmê Daniel Pipski û Parker bi hev re nivîsîne.
Julia Roberts û George Clooney di fîlmê ‘Ocean’s Eleven’ (2001) de jî lîstibûn û bi fîlmê “Ticket to Paradise” ji nû ve derdikevin li pêşberî temaşevanên sînemayê. Ji fîlmê nû sewyana yekem hate parvekirin. Di fîlmê de lîstikvanên wekî; Kaitlyn Dever, Billie Lourd û Lucas Bravo jî cih girtine.
Fîlmê “Ticket to Paradise” bi çêkerîya Deborah Balderstone, Tim Bevan, Eric Fellner, Marisa Yeres Gill, Lisa Roberts Gillan, Sarah Harvey û Grant Heslov ve hatiye kişandin û dê di dîroka 16ê meha Îlonê de bikeve vîzyonê.
Derhênerê navdar Ol Parker bi fîlmên xwe yên wekî; Mamma Mia! Here We Go Again ve The Best Exotic Marigold Hotel ve tê naskirin.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com