Ji fîlmê Todd Fieldî yê “Tár” fragmana yekem hate weşandin
Derhênerê navdar Todd Field bi fîlmên xwe yên “Little Children” (2006) û “In the Bedroom” (2001) ve tê naskirin ku 8 caran ji bo Xelatên Oscarê bûbû berendam.
Todd Field piştî 15 salan bi fîlmê xwe yê bi navê “Tár” re derdikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê û tê gotin ku fîlm promîyera xwe ya cîhanê dê li bernameya Festîvala Fîlman a Venedîkê bike. Ji fîlmê “Tár” fragmana yekem hate weşandin û senaryoya fîlmê jî Todd Field bi xwe nivîsîye.
Fîlmê “Tár” qala çîroka jiyana yekem şefa orkestrayê ya Almanyayê Lydia Tárê dike. Lydia Tár yek ji bestekarên mezintir ên dîrokê tê qebûl kirin.
Di fîlmê nû de lîstikvana navdar û xelatgira Oscarê Cate Blanchett weke serlîstikvan cih girtiye. Lîstikvana sînemayê Blanchett, Xelatên Oscar, Gilovera Zêrîn û BAFYAyê girtine û herî dawî di fîlmên “Don’t Look Up” û “School For Good And” lîstibû. Lîstikvanên Nina Hoss, Mark Strong, Sophie Kauer, Julian Glover, Noémie Merlant, Allan Corduner ve Sylvia Flote di fîlmê de lîstine. Muzîkên fîlmê “Tár” ji aliyê hunermenda navdar Hildur Guðnadóttir ve hatine afirandin ku hunermend muzîkên fîlmê ‘Joker’ê (2019) çêkiribû û Xelata Oscarê girtibû.
“Tár” bi çêkeriya pargîdanîya Standard Film Company ve hate kişandin. Li Amerîkayê dê bi riya Focus Featuresê bikeve li pêşberî sînemahezan û li hemû cîhanê jî wê bi riya Universal Picturesê bê nîşandayîn. Fîlm, li DYAyê dê dîroka di 7ê meha Cotmehê de bikeve vîzyonê.
Çavkanî: Film Hafızası
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com