Ji fîlmê “Veqetîn” fragman hate parvekirin

Derhêner û senarîstê kurd Hasan Demîrtaş di sala 2017ê de belgefîlmê xwe yê bi navê “You Name It” û piştî vî belgefîlmê li Mêrdînê yekem fîlmê metrajdirêj ê xwe yê “Veqetîn” (Ayrılık/Separation) kêşandin. Sala par hate ragihandin ku xebatên post produksiyonê yên fîlmê qedandine ku ji fîlmê poster û wêneyên ewil weşandibûn. Ji fîlmê “Veqetîn” fragman hate parvekirin û pêvajoya festîvalan ya fîlmê jî destpê kiriye.

Senaryoya fîlmê “Veqetîn” ji alîyê derhêner Hasan Demîrtaş ve hatiye nivîsîn û têde Mehmet Alî Îzolû, Halîl Demîr, Çîçek Tekdemîr, Serbest Kalkan weke serlîstikvan lîstine.

Hasan Demîrtaş heta niha gelek kurtefîlm û belgefîlm kêşandine û fîlmên wî Festîvala Fîlman a Cannesê jî têde, li bernameyên gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî hatin nîşandayîn û ji gelek festîvalan xelat girtine.*

Di meha Avrêla 2021ê de me hevpeyvîneke bi derhêner Hesen Demîrtaş re kiribûn û li ser malpera Sînemaya Serbixwe weşandibûn.

Hevpeyvîna bi derhênerê kurd Hesen Demîrtaş re

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d