Ji fîlmê “Waiting for the Barbarians”ê fragmana yekem hat weşandin

Ji fîlmê “Waiting for the Barbarians” yê derhênerê Kolonbiyayê Ciro Guerrayî, fragmana yekem hat weşandin.

Li gorî nûçeya ku di malpera kovara sînemayê “Altyazı”de hatiye weşandin, derhênerê Kolonbiyayê Ciro Guerrayî fîlmekî nû yê bi navê “Waiting for the Barbarians” kişand û fragmana yekem a fîlmê li ser Youtubeê hat weşandin.

Nivîskarê xelatgirtî yê Afrîkaya Başûrê J.M. Coetzee, senaryoya fîlmê ji romana xwe nivîsîye û ji bo sînemayê lê anîye. Fîlmê “Waiting for the Barbarians”, di şahînşahîyeke xeyalî, bêdem û bêerdnîgarîyê de diqewime ku qala kirûya mêtingariyê dike. Di nava fîlmê de lîstikvanên wekî Mark Rylance, Johnny Depp û Robert Pattinsonî lîstine. Fîlm di heman demê de fîlmê yekem e ku ji aliyê Guerra ve bi îngilîzî hatiye kişandin.

Ciro Guerra bi fîlmên xwe yên bi navê “El abrazo de la serpiente” (2015) û “Pájaros de verano” (2018) ve tê naskirin.

Fîlmê “Waiting for the Barbarians” cara yekem sala par li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê hatibû nîşandin. Hat ragihandin ku fîlm, li ser platforma înternetê cara yekem dê di meha 7’ê meha Gelawêjê de li DYA’ê bê nîşandayîn.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: