Ji fîlmê “White Noise” fragman hate parvekirin
Fîlmê derhênerê navdar Noah Baumback yê “White Noise” ji romana Don DeLilloyî ji bo sînemayê hatiye kişandin ku dê promîyera xwe ya cîhanê li bernameya 79emîn Festîvala Fîlman a Navnenetweyî ya Venedîkê bike û bûye yek ji berendamên xelata “Şêrê Zêrîn” a festîvalê.
Ji “White Noise” fragman li ser kanala Youtubeê ya platforma dîjîtal a Netflixê hate parvekirin ku Adam Driver ve Greta Gerwig di fîlmê de weke serlîstikvan cih digirin.
Di “White Noise”yê de lîstikvanên wekî; Adam Driver, Greta Gerwig ve Don Cheadle jî lîstine û senaryoya fîlmê DeLillo û Baumback bi hev re nivîsandine. Fîlm, çîroka profesorekî bi navê Jack Gladneyî tîne li ber perdeya sînemayê ku jiyana wî û jiyanên malbata wî piştî demekê dikeve xeterê.
60emîn Festîvala Fîlman a New Yorkê û 79emîn Festîvala Fîlman a Venedîkê wê bi nîşandayîn fîlmê ” “White Noise” destpê bike.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com