Ji fîlmê “Wife of a Spy”ê fragman hat

Yek ji derhênerên girîngtir ên dema nêzîk ên sînemaya Japonyayê Kiyoshi Kurosawayî fîlmekî nû yê bi navê “Wife of q Spy” kişand û ji fîlmê fragman hat weşandin.

Kiyoshi Kurosawa yek ji derhênerên herî girîng ên dema nêzîk ên sînemaya Japonyayê ye ku fîlmekî nû yê bi navê “Wife of q Spy” kişandiye. Li gorî nûçeya ku di malpera Filmloverssê de cih digire, ji fîlmê nû yê derhênerê fragmana yekem hat weşandin.

Senaryoya fîlmê “Wife of q Spy”ê Kiyoshi Kurosawa û Ryūsuke Hamaguchi bi hev re nivîsandine û çîroka fîlmê di sala 1940’dê li Kobeyê diqewime û roja pêşîn a Şerê Cîhanê yê Duyemîn nîşan dide.

Kazuo Takahashi û Yu Aoiyê di fîlmê de weke serlîstikvan cih girtine ku fîlm, li Japonyayê dê di dîroka 16’ê meha Cotmaha 2020’ê de bikeve vîzyonê.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir