Ji fîlmê “Women Talking” wêneya yekem hat

Ji fîlmê derhêner Sarah Polley ê “Women Talking” wêneya yekem hate weşandin û lîstikvanên wekî Rooney Mara, Claire Foy, Jessie Buckley, Frances McDormand, Ben Whishaw û Judith Ivey di fîlmê de lîstine. Fîlmê “Women Talking” ji romana wêjekar Miriam Toews ji bo sînemayê lê hatiye anîn.

Fîlmê “Women Talking” wê promîyera xwe ya cîhanê li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Torontoyê bike û dê di beşa Spotlight a Festîvala Fîlman a New Yorkê de bê nîşandayîn. Fîlmê nû dê di dîroka 2yê meha Berfanbara 2022yê de bikeve vîzyonê.

Senaryoya fîlmê Miriam Toews û Polley bi hev re nivîsîne û qala çîroka jinên ku di kolonîyeke oldar de wekî dîl dijîn dike, û tund û zextên mêran nîşan dide.

Çavkanî: Filmlinc Sinefesto

Sînemalar Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: