Ji fîlmê “Wonka”yê fragmaneke nû hate parvekirin
Pirtûka zarokan a popûler ya wêjekarê navdar Ronald Dahlî ya “Charlie û Febrîqeya Çîkolatan” ji nû ve bû mijara fîlmekî sînemayê. Fîlmê derhêner Paul Kingî yê bi navê “Wonka” li ser çîroka yek ji lehengên pirtûkê yê Willy Wonkayî disekine û hate ragihandin ku dê di 15ê meha Berfanbarê de li seranserê cîhanê bikeve vîzyonê. Ji fîlmê fragmaneke nû hate parvekirin.
Senaryoya fîlmê Paul King, Simon Farnaby bi hev re nivîsandine û weke cureya muzîkî hatiye kêşandin. Mijara “Wonka”yê nêzîkî 25 sal berîya bûyerên romanê derbas dibe û ciwantîya Wlily Wonkayî tîne li pêşberî temaşevanên sînemayê, qala hevnasîna Wonka û Oompa-Loompauyan dike. Lîstikvanên wekî Timothée Chamalet (Willy Wonka), Olivia Colman, Hugh Grant, Rowan Atkinson, Sally Hawkins, Paterson Joseph di fîlmê de lîstine.
Romana nivîskarê navdar Roald Dahlî ya “Charlie and the Chocolate Factory” cara yekem di sala 1964ê de hate weşandin û heta niha bi dehan zimanan hate wergerandin. Berhem, ji alîyê wergêr û nivîskarê kurd Aydin Rengîn ve ji bo Kurdîya Kurmancî hate wergerandin û di meha Pûşbera vê salê de bi navê “Charlie û Febrîqeya Çîkolatan” ji Weşanên Lîsê derket li pêşberî xwîneran. Romana navdar, bi navên “Willy Wonka & the Chocolate Factory” (der: Mel Stuart, 1971) û “Charlie and the Chocolate Factory” (der: Tim Burton, 2005) weke fîlmên sînemayê derket li pêşberî sînemahezan. Lîstikvanê navdar ê sînemayê Johnny Depp di fîlmê “Charlie and the Chocolate Factory”ê de bi rola Wonka re cî girtibû.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com