Ji hezkerekî sînemayê vîdyoyeke balkêş a bi navê “Badaka: Sûxrevanê Yezdan”
Hezkerekî sînemayê yê kurd Bariş Bayram bi derfetên xwe vîdyoyeke li ser fîlmên zanistî amadekiriye ku li ser kanala xwe ya Youtubeê weşandiye. Di nivîsa vîdyoyê de bal dikişîne li ser girîngîya fîlmên pevxistina zanistî û dipirse, bo çi fîlmekî bi Kurdî ya li ser pevxistina zanistî nayê kişandin. Hezkerê sînemayê Bayram di nivîsa vîdyoya xwe de bang li derhêner û sînemagerên Sînemaya Kurdî dike û dibêje ku ger derfet çêbibe em dikarin bi hev re projeyeke wiha pêk bînin.
Vîdyoya hezkerê sînemayê di meha Gelawêjê de li ser platforma Youtubeê hatiye parvekirin.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com