Ji Îstanbul Modernê projeyeke nû ya ji bo xebatên sînemagerên jin
Îstanbul Modern Sînema, dest bi projeyeke nû ya navneteweyî ya bi navê “Boşluga Dîkkat”ê dike û piştgirî dide xebatên sînemagerên jin ên ku li sektora sînemayê dixebitin. Projeya nû wê di navbera rojên 18-23yê Gelawêjê de bê lidarxistin û dixwaze ji bo sînemagerên jin derfetên nû biafirîne, di bernameya projeyê de; pola hostatî, hevpeyvîn, xebatên atolyeyan û nîşandayîna fîlman cî digirin.
Nîşandayîna fîlman a servekirî dê di 18ê mehê de destpê bike û bi tevahî ji pênc fîlman pek tê ku fîlmên derhênerên jin tîne li pêşberî temaşevanên sînemayê. Îstanbul Modern Sînema, di meha Pûşberê de li salona nû ya sînemayê bernameyeke bi navê “Şêweyên Jibîrkirinê” li darxistibû.
Bernameya nîşandayîna filmân:
18ê Gelawêjê
Düet (2022) – Derhêner: Ekîn Îlbağ û Îdîl Akkuş / Ji Festîvalên Fîlman ên Navneteweyî yên Porteqala Zêrîn a Antalyayê û Stenbolê xelat girtin.
19ê Gelawêjê
Radiograph of a Family (2020) – Derhêner: Fîrouzeh Khosrovanî / Ji Festîvala Belgefîlman a Navneteweyî ya Amsterdamê (IDFA) xelat girt.
22yê Gelawêjê
Scrapper (2023) – Derhêner: Charlotte Regan / Ji Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Sundanceyê ‘Xelata Mezin a Jurîyê’ girt.
23yê Gelawêjê
Da-eum So-hee (2022) – Derhêner: July Jung / Promîyera xwe ya cîhanê di bernameya Hefteya Rexnegiran ya Festîvala Fîlman a Cannesê de kir.
25ê Gelawêjê
1976 (2022) – Derhêner: Manuela Martellî / Promîyera xwe ya cîhanê di çarçoveya beşa Panzdeh Roja Derhêneran ya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê de kir.
*Destpêka nîşandayîna fîlman: 21.00
Ji bo agahî û bilêt: İstanbul Modern
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com