Ji kovara Cahiers du Cinémayê ji bo derhêneran xelateke nû

Cahiers du Cinéma yek ji kovarên herî girîng ên sînemaya cîhanê ye û di pêşketina rêbaza “Pêla Nû ya Frensayê” de kovareke giranbiha bû. Cahiers du Cinémayê ragihand ku wê ji bo bîranîna rexnegir û teorîsyenê fîlman André Bazinî, bo derhênerên ku yekem fîlmên xwe kişandine xelateke nû bide. Agahîya xelata nû ya kovarê di gotareke Cahiers du Cinémayê de hate eşkerekirin û bang li sînemagerên ciwan dike.

Kovara sînemayê ya Cahiers du Cinéma di sala 1951ê de bi armanca kifşkirin û rê vekirina derhênerên nû dest bi weşanê kiribû. Rexnegir û teorîsyenê sînemayê André Bazin nivîskarê kovarê bû û wî bandorên mezin û kûr li ser hunera heftemîn û li derhênerên navdar ên wekî François Truffaut, Éric Rohmer, Jean-Luc Godard û Claude Chabrol xistine.

Xelata kovara sînemayê ya Cahiers du Cinémayê îsal wê ji aliyê jurîyeke bê hilbijartin ku dê di navbera endamên jurîyê de edîtorek kovarê, derhêner, teknîsyen û xebatkarek sînemayê cih bigirin. Derhênerên ji hemû gelên cîhanê dikarin serî li xelatê (20.000 euro) bidin û hate ragihandin ku fîlmê xelatgir dê ji navbera fîlmên yekem ên derhêneran bê hilbijartin. Dîroka xelatdayînê: 23yê Mijdara 2022yê / Cihê merasimê: Parîs

Çavkanî: Film Hafızası

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir