Ji Kovara ‘Cahiers du Cinéma’yê lîsteya “10 Fîlm û Rêzefîlmên Herî Serketî yên 10 Salên Dawî”
Kovara sînema û fîlman a mehane ya Fransayê ‘Cahiers du Cinéma’ lîsteyeke bi navê “10 Fîlm û Rêzefîlmên Herî Serketî yên 10 Salên Dawî” amadekirin. Di lîsteya kovarê de fîlmên “Holy Motors”, “Le livre d’image” û rêzefîlmên; “Twin Peaks: The Return” û “P’tit Quinquin” jî hene.
Li gorî nûçeya malpera Gazete Karinca’yê, yek ji kovarên herî mezin ên Fransayê, ‘Cahiers du Cinéma’ lîsteyeke bi navê 10 Fîlm û Rêzefîlmên Herî Serketî yên 10 Salên Dawî” weşandin û têde gelek fîlm û rêzefîlmên navdar û xelatgir cih digirin.
Kovara sînemayê ya Fransayê ‘Cahiers du Cinéma’ bi pêşengîya nivîskar û rexnegirê sînemayê Andre Bazin re dest bi weşanê kir û ji sala 1951ê bi vir de weke mehane weşana xwe didome. Di kovarê de sînemavanên wekî Jean-Luc Godard, François Truffaut, Eric Rohmer, Claude Chabrol û Jacques Rivette nivîsandin û berdewama Kovara “Revue du Cinéma”yê ye û ji bo zanîn û geşedana rêbaza “Pela Nû” ya sînemaya Fransayê xebatên teorîk û fîlmî dikin.
“10 Fîlm û Rêzefîlmên Herî Serketî yên 10 Salên Dawî”
“Twin Peaks: The Return” / Der: David Lynch (2017)
“Holy Motors” / Der: Leos Carax (2012)
“P’tit Quinquin” (Der: Bruno Dumont (2014)
“Loong Boonmee raleuk chat” / Der: Apichatpong Weerasethakul (2010)
“Le livre d’image” / Der: Jean-Luc Godard (2018)
“Toni Erdmann” / Der: Maren Ade (2016)
“Mia Madre” / Der: Nanni Moretti (2015)
“Melancholia” / Der: Lars von Trier (2011)
“Under The Skin” / Der: Jonathan Glazer (2013)
“O Estranho Caso de Angélica” / Der: Manoel de Oliveira (2010)
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com