Ji Kovara “Kürt Tarihi” rêzeya weşana zindî
Kovara “Kürt Tarihi” bi hejmara xwe ya “Sînemaya Kurdî” berî demekê derket li pêşberî xwendevanên xwe. Kovarê rêzeyeke weşana zindî li dar dixe û mijara yekem a weşana zindî “Modernîzm, Travma ve Etîk: Sînemanin Diyarbakir Halî” ye.
Hejmara 40’emîn a Kovara “Kürt Tarihi” berî demekê bi mijara dosyeya “Sînemaya Kurdî” re derket li pêşberî xwendevanên xwe. Kovara “Kürt Tarihi” dest bi rêzeyeke weşana zindî dike û mijara yekem a weşana zindî; “Modernîzm, Travma û Etîk: Sînemanin Diyarbakir Halî” ye. Weşana zindî dê bi moderatoriya Bahar Şîmşekê bê li darxistin û mêvanê weşanê jî derhênerê xelatgirtî yê kurd Kemal Alî Çinar e.
Hat ragihandin ku temaşevan dikarin weşana zindî li ser hesabên medyaya civakî yên Kovara “Kürt Tarihi” û Weqfa Îsmaîl Beşîkçîyî di 21ê Tîrmehê (sêşem) saet: 21.00an de, temaşe bikin.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com