Ji Kurdolog Begî fîlmên kurdî yên pêşniyar
Azad Kerboran, di derbarê çand-hunera Kurdî de vîdyoyên navrokan amade dike û bi navê Kurdolog Beg’ê li ser bloga xwe û li Youtubeê diweşîne.
Kurdolog Beg, li ser hesabê xwe yê twitterê eşkere kir ku, li gorî şîrove û daxwazên temaşevanên sînemayê, dê vîdyoyên fîlmên Kurdî yên pêşniyar amade bike û li ser Youtubeê biweşîne.
Kurdolog Beg, ji bo temaşevanên sînemayê vîdyoyeke bi navê “20 Fîlmên Kurdî ên Pêşniyar” amade kir û ji kanala xwe ya Youtubeê parve kir. Kurdolog Beg, di yekem vîdyoya fîlmên pêşniyar de, mijarên 20 fîlmên Kurdî ji bo sînemehazan şîrove dike. Di vîdyoya pêşniyara fîlman de, fîlmên kurdî yên wekî; “Kûsî Jî Dikarin Bifirin”, “Dema Hespên Serbxwe”, “Nîvê Heyvê”, “Zer” û Warê Min ê Îsota Şêrîn” jî hene.
Nûçe – Sînemaya Sînemaya – www.sinemayaserbixwe.com