Ji kurtefîlmê “Batirsok” fragman hate weşandin

Kurtefîlmê bi Kurdî “Batirsok” (The Scarecrow, 2023) ji alîyê derhêner Firat Erez ve hate kêşandin, senaryoya fîlmê Roza Xan û Firat Erez bi hev re nivîsîne. Ji kurtefîlmê fragmana yekem li ser hesabê twittirê yê derhênerê hate weşandin ku rêwîtiya festîvalan ya fîlmê destpê kiriye.

Sena Ozbey, Dilbîrin Amed, Suleyman Polat, Ramazan Şîmşek, Niştîman Gul, Gokhan Bîçer, Berwar Berwarî, Sevîm Yaşar, Nezîr Çakan, Îhsan Damlayici, Yilmaz Sorguç di kurtefîlmê “Batirsok”ê de lîstine. Roza Xan û Firat Erez di heman demê de di fîlmê de weke çêker cî girtine û dengên fîlmê jî ji alîyê Îdrîs Tanrıverdi ve hatine girtin. Du roj berê ji kurtefîlmê sewyan (afîş) jî hatibû parvekirin.

Derhênerê kurd Firat Erez bi yekem belgefîlmê xwe yê “Hasankeyf’e Agit” (2018) re beşdarî li bernameya gelek festîvalên fîlman bû, bû yek ji fîlmên finalîst û xelat girtin. Erez di kurtefîlmê bi navê “Pandalara da Vatandaşlik Verîlsîn” (2018) de weke derhênerê dîmenê xebitîye, çîrok û senaryoya fîlmê nivîsîye.*

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

 

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: