Ji kurtefîlmê “Çanax” afîşa nû hate weşandin
Kurtefîlmê “Çanax” ji alîyê wênekêş û derhênera kurd Sevîm Kaplan Akan ve hate kêşandin û senaryoya fîlmê jî derhêner bixwe nivîsîye. Ji fîlmê afîşa nû hate weşandin ku di destpêka Pûşberê de fragmana “Çanax”ê jî hatibû parvekirin.
Abdullah Tarhan, Ferhat Aslan, Omer Şahîn, Şîrîn Erturk, Besna Gunay û Bahoz Ahmadpouryan di kurtefîlmê de lîstine û têde İsa Aslan derhênerê dîmenê, Ercan Altuntaş weke pevbestîner, Şeyhmus Abîk weke derhênerê hunerê cîh girtine. Afîşa “Çanax”ê Ercan Altuntaş sêwirandiye û muzîkên fîlmê jî Mehdî Ahmadpouryan çêkiriye.
Projeye fîlmê “Çanax”ê bi piştgirîya bernameya Culture Civicê ya Yekîtiya Ewropayê ve hate amadekirin û li bajarê Mêrdînê kêşandin.
Wênekêş Sevîm Kaplan Akan, cara yekem di sala 2019ê de pêşengeha xwe ya wêneyan a bi navê “Belleğin Sancısı” (Jana Bîrê) vekir* û di belgefîlmê “Çıraksız Usta” de weke derhênera dîmenê xebitîye. Akan, li ser mijarên wêne, sînema, belgefîlm û videoartê dixebite. Ligel Serna û Ugur Çîçekî kurtebelgefîlmekî bi navê “Ğurs’ta Bir Hayat” (2020) kêşandiye, kurtefîlmê “Çanax” di heman demê de yekem kurtefîlm e ku ji aliyê Sevîm Kaplan Akan ve hatiye kêşandin.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com